Saziya Malbatên Şehîdan li bajarê Kobanê, bi armaca piştgiriya girtiyên PKK û PAJK’ê ku ev 53 roj in di greva birçîbûnê de, ji bo 3 rojan greva birçîbûnê da destpêkirin.
Piştgiriya girtiyên PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ku di 12’ê îlonê de bi daxwazên, “Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan”, “Çareserkirina pirsgirêka kurd a bi riyên aştiyane, parastina bi zimanê dayîkê, perwerdeya bi zimanê dayîkê” û “sererastkirina şertên girtîgehan” dabû destpêkirin, didome.
Li Rojavayê Kurdistanê Saziya Malbatên Şehîdan jî bi vê mebestê, li bajarê Kobanê çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan da destpêkirin. Çalakî li avahiya Saziya Malbatên Şehîdan hate destpêkirin û 12 ji wan jin 40 kes beşdar bûn.
Di çalakiya ku bi slogana “Berxwedan jiyan e” dest pê kir de, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mistefa Îto, der barê sedema çalakiya xwe de agahî dan. Mistefa Îto, got ku daxwazên girtiyan daxwazên wan in jî û ew ê heta dawiyê li piştgiriyê bidinê.
Çalakî dê heta 5’ê sermawezê dê bidome.