Li Kobanê bi qasî erdhejên Wan û Marmarayê xisar heye

Endamê Desteya Koordînasyona Bajarê Amedê ya TMMOB'ê Tûran Kapan diyar kir ku şerê li Kobanê bi qasî erdhejên Marmara û Wanê rê li ber xisarê vekiriye û destnîşan kir, ku ji sedî 80 ê bajêr zerar dîtiye.

Endamê Desteya Koordînasyona Bajarê Amedê ya TMMOB'ê Tûran Kapan diyar kir ku şerê li Kobanê bi qasî erdhejên Marmara û Wanê rê li ber xisarê vekiriye û destnîşan kir, ku ji sedî 80 ê bajêr zerar dîtiye. Kapan ragihand ku ji bo ji nû ve avakirina Kobanê pêwîste korîdora alîkariya însanî tavilê bê vekirin û alav, maşîn û ekîbên pêwîst di ser Pirsûsê re ji Kobanê re bên şandin.

Li dû azadkirina navenda bajarê Kobanê ya piştî berxwedana 134 rojan a hêzên YPG/YPJ'ê, lêkolînên heyetên ji bo ji nû ve avakirina bajêr hatine, dewam dike. Heyetên lêkolîn kirine, bi raporên xwe yên li ser gavên divê ji bo ji nû ve avakirinê werin avêtin re, xwe amade dikin ku hem raya giştî ya navneteweyî, hem jî gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo Kobanê bixin nava tevgerê. Ji bo ji nû ve avakirina bajêr, ku ji ber êrîşên DAIŞ'ê binesazî, çavkaniyên enerjî û xwarinê zerareke mezin dîtin, endamên Şaxê Amedê yê Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirkiyeyê (TMMOB), li bajêr geriyan û ji bo tespîtkirina xisarê lêkolîn kirin. Endamê Desteya Koordînasyona Bajarê Amedê ya TMMOB'ê Tûran Kapan der barê lêkolînên xwe yên li Kobanê û asta xisarê de agahî da û anî ziman ku divê rapora li ser tespîta xisarê tavilê bê amadekirin û bi raya giştî ya navneteweyî re were parvekirin. Kapan da zanîn ku divê raya giştî ya navneteweyî demek ji ya din zûtir bikeve nava tevgerê û der barê çavdêriyên xwe yên li Kobanê de got, "Me careke din dît ku li bajêr kevir li ser kevir nemaye."

Kapan ragihand ku ji bo Kobaniyî vegerin bajarê xwe divê ewlekariya jiyan, mal û mercên bingehîn ên jiyanî werin tedarikkirin, lê belê rewşa heyî ya bajêr nikare vê rake û got, "Vegera tevahiya gelê Kobanê, destpêkê wê hinekî zehmet be. Lê belê, dema mirov li karên ji bo dema dirêj, navîn û nêz dinêrin, divê di dema nêz de bersiv ji xizmetên binesaziyê bê dayîn, enqaz bê tespîtkirin û bombeyên neteqiyane yên gefê li ewlekariyê dixwin bên îmhakirin."

XISAR BI QASÎ ERDHEJA WAN Û MARMARAYÊ YE

Kapan diyar kir ku li rojhliatê bajêr ku pevçûnên dijwar lê qewimîn ji sedî 80 û li rojavayê bajêr jî ji sedî 20 ê bajêr xisar dîtiye û ji bo rewşa heyî ya bajêr got, "Encamên di erdhejên Wan û Marmarayê de derketin holê, îro li Kobanê derketiye holê. Cudahiya wan a ji hev; yek jê ji ber sedema xwezayî, ya din jî ji ber sedemeke sunî rû daye. Lê belê encam heman encam e."

Kapan ragihand ku ji bo ji nû ve avakirina Kobanê pêwîste korîdora alîkariya însanî tavilê bê vekirin û alav, maşîn û ekîbên pêwîst di ser Pirsûsê re ji Kobanê re bên şandin û got, "Îro Kobanê bûye xirbe. Li qada ji sedî 80 ê bajêr, avahiyên xisarên giran lê çêbûne, hene. Beriya her tiştî ji bo gavek were avêtin, divê ev tespît rast werin kirin."

'KARÊ DESTPÊKÊ DIVÊ TIENKIRINA TEQEMENIYAN BE'

Kapan da zanîn ku mayîn û topên hawanê yên didema şer de hatin avêtin lê neteqiyane ji aliyê ekîbên pispor ve tavilê werin tinekirin û berî rakirina enqaê divê bajar ji teqemeniyan bê paqijkirin. Kapan got, "Di ji nû ve avakirina Kobanê de divê her kes rolê bilîze. Ji bo ji nû ve avakirina Kobanê pêwîste kolan bi kolan, gav bi gav, mal bi mal xebat were meşandin."

'PÊWÎSTE KORÎDOR BÊ VEKIRIN'

Kapan anî ziman ku weke TMMOB ew ê di ji nû ve avakirina Kobanê de yekser cih bigirin û got, "Ji bo em karibin vê bikin divê beriya her tiştî di ser Tirkiyeyê re korîdora însanî tavilê were vekriin. Di rewşeke berevajî de hemû gotinên me wê vala derkevin. Pêwîste gelê Kobanê bi tenê neyê hiştin. Em ê têkoşîna şoreşgerên gelan ên di şoreşa gelê Kobanê de roleke mezin lîstin, di ji nû ve avakirina bajêr de jî nîşan bidin."