Li Kobanê 9 gund hatin rizgarkirin

Hêzên YPG/YPJ'ê li eniyên rojhilat, rojava û başûrê Kobanê her bi pêş ve diçin. Di operasyonên duh bi şev ên li van herêman de 9 gund hatin rizgarkirin û derbên giran li çeteyan hatin xistin.

Hêzên YPG/YPJ'ê li eniyên rojhilat, rojava û başûrê Kobanê her bi pêş ve diçin. Di operasyonên duh bi şev ên li van herêman de 9 gund hatin rizgarkirin û derbên giran li çeteyan hatin xistin.

Daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê ya li ser encamên operasyona duh a li derdora Kobanê bi vî rengî ye:

LI ROJAVAYÊ KOBANÊ 3 GUND HATIN RIZGARKIRIN

"Şevê din li rojavayê Kobanê li hember hin gundên li ber qiraxa Çemê Firatê operasyoneke hat lidarxistin. Di encama operasyonê de gundên Boraz, Cibil Ferec û Xirab Eto ji çeteyan hat paqijkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyone de nehatiye zelalkirin. Hêzên me di vê operasyone de dest danîn li ser roketavêjek B7 û 10 guleyên wê, hawanek 120 mm û 1.000 fîşekên kleşê.

5 GUNDÊN LI ENIYA BAŞÛR JI ÇETEYAN HATIN PAQIJKIRIN

Hêzên me yên ku operasyonên xwe yên li başûr berdewam dikin, şeve din 5 gundê din azadkirin. Gundên ji çeteyan hatine paqijkirin wiha ne; Hemedaşa, Qasmiyê, Qûmlêx, Girê Sor ve Til Eabrê.

LI ENIYA ROJHILAT GUNDEK HAT RIZGARKIRIN, 5 ÇETE HATIN KUŞTIN

Hêzên me gundê Qoser ê li rojhilatê Kobanê jî ji çeteyan paqijkirin. Hêzên me bi awayekî hemwext di navbera gundên Derfilît û Qaşik de jî êrîşek lidarxistin û li vir 3 endamên çeteyan hatin kuştin. Hêzên me komên çeteyên li nêzî gundê Eydanê jî şevê din hedef girtin. Di vê êrîşê de 2 endamên çete hat kuştin.

Îro dane sibehê li gundên Xan Memed û Hemdûn ên li rojhilatê Kobanê de di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçûn derket. Pevçûn hînê dewam dike."