Li Kobanê 20 hezar kes ji bo Nûjîn Dêrik meşiyan

Li Kobanê 20 hezar kes ji bo Nûjîn Dêrik meşiyan

Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê 20 hezar kes ji bo Fermandara YPG'ê Şaha Elî Evdo (Nujîn Dêrik) ku ji aliyê komek çekdar ve piştî bi birîndarî dîl hat girtin, hatibû înfazkirin, meşiyan. Di meşê de gel hêrsa xwe ya li dijî êrîşan û bêdengiya hinek derdorên kurd anî ziman.

Li Kobanê ku çend roj beriya niha Encumenî Niştimanî Kurd li Suriyê (ENKS) meşek lidar xistibû û banga Artêşa Azad kiribû, 20 hezar welatî li dijî êrîşan û ji bo azadiyê meşiyan. Girseya ku li Qada Azadiyê li hev kom bûn, piştî deqeyek rêzgirtinê û xwendina sirûda "Ey Reqîp" dest bi meşê kir.

Girseya ku hejmara wan gihîşt nêzî 20 hezarî, di ser Xaçarêya Nexweşxaneyê dîsa hat Qada Azadiyê û meşa xwe bi dawî kir.

Piştî meşê li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şahoz Hesen axivî û pêkanîna wekî “hovane” hatiye binavkirin, şermezar kir. Hesen, destnîşan kir ku ev êrîş ne êrîşên koma bi navê Selahaddîn e, êrîşên Selah Bedrettîn ku têkiliya wî bi Tirkiyeyê re heye û Partiya Azadî ne. Şahoz Hesen, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelê kurd kir ku li doza rêxistinên xwe bibe xelek û yekîtî û têkoşîna xwe xurt bike.