Li Kerkûkê du teqîn

Li Kerkûkê, îro saet di 09:30 de li hemberî navendek îbadetê ya Şîa êrîşeke bombeyî pêk hat. Piştî saetekê teqîna duyemîn li taxa Yekî Hûzêran rû da.

Piştî teqîna bombeya li ber navenda îbadetê ya Şîa, li taxek din a Kerkûkê ku niştecihên wê Ereb in bombeyeke din teqiya.

Li Kerkûkê, îro saet di 09:30 de li hemberî navendek îbadetê ya Şîa êrîşeke bombeyî pêk hat. Piştî saetekê teqîna duyemîn li taxa Yekî Hûzêran ku niştecihên wê penaberên Ereb in rû da.
 
Piştî teqînê hêzên ewlehiyê li taxê dest bi xebatên legerîna der barê bûyerê de kirin. Der barê mirî û birîndaran de ti agahî nehatin girtin, li derdorê ziyanek mezin a madî çêbû.