BI DÎMEN

Li Kerkûkê 38’emîn salvegera PKK’ê hat pîrozkirin

38’emîn salvegera damezirandina PKK’ê li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê bi aktîvîteyekê hat pîrozkirin. Gelek beşên civakê û hunermend tevlî pîrozbahiyê bûn.

Aktîvîteya ku ji hêla TEV-ÇAND’ê hat organîzekirin, li sehaya gogê ya mintiqa Xasir a bajarê Kerkûkê hat lidarxistin.

Nûnerên saziyan têkîldarî damezirandina PKK’ê, wate û girîngiya wê axaftin kirin û peyamên xwe dan. Li ser navê Komîteya PKK’ê Zagras Kerkûkî, li ser navê PYD’ê nûnerê wê yê Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso axivîn û peyama Komîteya Şehîdan a PKK’ê hat xwendin.

Piştî peyaman, hunermend Rojda Bîter, Koma Şehîd Ararat, Koma Hevgirtin Kerkûk, Koma Miştenûr, Koma Gencin Welatparêz derketin dikê û stranên xwe gotin.

Gel bi govendan tevlî stranên hunermandan bû û aktîvîte heta derengê şevê dewam kir.