Li Kerboranê 3 kes hatin girtin

3 ciwanên ku di serdegirtinên malên li navçeya Kerborana Mêrdînê hatin binçavkirin, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.

3 ciwanên ku di serdegirtinên malên li navçeya Kerborana Mêrdînê hatin binçavkirin, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.
Kasim Demîr, Davût Keleş û Nesîm Keleş ên danê sibehê di serdegirtinên li navçeya Kerboran a Mêrdînê hatin binçavkirin, piştî îfadeyên li emniyetê sewqî dozgeriyê hatin kirin. 3 kesên ku li dozgeriyê îfade dan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 3 kes bi îdîaya, “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.