Li Îdirê pevçûna çekdarî. 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Îdirê pevçûna çekdarî. 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Îdirê pevçûna çekdarî. 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li gundê Kerîmbeylî yê Îdirê, di navbera du malbatên xwedî pirsgirêk de pevçûn derket û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.
Du malbatên xizmên hev ên li gundê Kerîmbeylî yê ser bi Îdirê dijîn û hat ragihandin ku di navbera wan de pirsgirêk hebû, rabûn hev. Di navbera ferdên malbatên Oget ku pismamên hev bûn pevçûn derket û di encamê de Nûrettîn Oget, Sadik Oget, Battal Oget û Fesîh Oget li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan, Serkan Oget û Abdulmenaf Oget jî bi giranî birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê û hat ragihandin ku tengezariya li gund hîn dewam dike.