Li Hezexê wesayîtên zirxî bi sirûdên nijadperest li navçeyê tûran davêjin
Li Hezexê hêzên dewletê di nava taxan de bi wesayîtên zirxî bi sirûdên “Olurum Tirkiye” û bi “sirûda Mehterê” tûran davêjin.
Li Hezexê hêzên dewletê di nava taxan de bi wesayîtên zirxî bi sirûdên “Olurum Tirkiye” û bi “sirûda Mehterê” tûran davêjin.
Li navçeya Hezex a Şirnexê êrîşên qirkirinê yên di roja 44. de bi sirûdên nijadperestî heyîna xwe berdewam dikin. Navçeya ku gel vedigerin malên xwe hêzên dewletê bi sirûda “Olurum Tirkiye” yên ku di salên 1990’î de di êşkenceyan de bi kar tanîn bi wesayîtên zirxî di nava kolanan de digerin.
Li aliyê din di saetên rojê de di dema ku heyeta HDP’ê û DBP’ê ya ku dikandar ziyaret dikirin de dîsa hêzên dewletê bi “Sirûda Mehterê” xwestin xebatên heyetê proveke bikin.