Li Hezexê karê avakirinê dewam dike
Şêniyên Hezexê, ku navçeya wan di encama dagirkeriya 44 rojan a dewletê de hat xerakirin, li warên xwe vegeriyan û hewl didin birînên xwe bipêçin. Tevî xebatên binesaziyê, heyet jî tên navçeyê û lêkolînan dikin.

Ji bo jiyan li Hezexê asayî bibe, gel seferber bûye. Hin ji mirovên navçeyê xaniyên xwe yên hatien xerakirin çêdikin, hin mirov jî eşyayên xwe yên ji êrîşan zerar dîtine dişon û paqij dikin. Tevî vê seferberiya gel a ji bo ji nû ve avakirina navçeya xwe, heyet jî tên navçeyê û lêkolînan dikin.
Wezîfedarên TEDAŞ'ê li taxa Tûrgût Ozal dest bi çêkirina dîrekên elektrîkê kirin. Midûriyeta Karên Fen a Şaredariya Hezexê jî ji bo karê binesaziyê zend û bend ba da. Bi pêşengiya Komeleya Piştgirî û Alîkariyê ya Bi Rojava re, av li taxên berxwedanê tê belavkirin, lê hêzên dewleta Tirk bi bahaneya 'destûra qeymeqamtiyê nîne' pêşî li belavkirina avê girtin.
Heyeta ku Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu û Hevşaredarên Hezexê jî di nav de hene, li taxan lêkolînan dikin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî xwarinê li taxan belav dike.
Hat ragihandin, wê karê tespîtkirina xisarê sibe destpê bike. Hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan li taxan dest bi lêkolînê kirin.