Di pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştgiriya Rojava alîkariya xurek a di çarçoveya kampanyaya piştgiriyê ya li Hezexê hat destpêkirin, ji aliyê çeteyên Qesrê ve bêyî hincetekê diyar bikin asteng kirin.
Li navçeya Hezex a Şirnexê piştî êrîşên qirkirinê yên piştî 44 rojan beşek qedexeyan rabû ye, kampanyaya piştgiriyê ya di pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştgiriya Rojava de ji aliyê çeteyên Qesrê hate astengkirin. Li Taxa Tûrgût Ozal a ku êrîşên qirkirinê lê dijwar bûn û vegeriyaye xirbeyan, di çarçoveya kampanyaya ku hatî destpêkirin de xebatkarên komaleyê yên ku kel û pelên pêwîst li taxê belav dikirin, ji aliyê çeteyên Qesrê ve hatin astengkirin.
Polîsan bêyî ku hincetekê ji xebatkarên Kampanyayê re diyar bikin, belevkirina xurekan asteng kirin.
Li ser astengkirinê xebatkar vegeriyan Navenda Çandê ya Şaredariya Hezexê.