Li Hezexê 9 kes hatin definkirin

Cenazeyên 9 kesên ku li Hezexê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hatin qetilkirin û nehatin teşxîskirin, li Goristana Gel a Mêrdînê hatin definkirin.

Cenazeyên 9 kesên ku li Hezexê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hatin qetilkirin û nehatin teşxîskirin, li Goristana Gel a Mêrdînê hatin definkirin.

Cenazeyê 3 kesên ku nasnameya wan nehatin teşxîskirin, li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û cenazeyên 6 kesên ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê dihatin ragirtin, ji ber rênîşana herî dawî ya qanûnî li Goristana Gel a Mêrdînê hatin definkirin.

Di merasîma cenazeyan de Hevserokê DBP’ê yê bajarê Mêrdînê Omer Ocalan, rêveberên MEYA-DER û gelek kes amade bûn.

2 jê jin 9 cenazeyan ku nasnameyên wan diyar nebûn, piştî wecîbeyên olî li gel hev hatin definkirin. 

Hat diyarkirin ku cenazeyê Servet Yildiz ê ji aliyê malbatê ve hatiye teşxîskirin, wê sibehê li Hezexê bê definkirin.