4 kesên li navçeya Hezexê ya Şirnexê hatin binçavkirin bi îdîaya tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûn hatin girtin.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê di serdegirtina malan de Naîme Karavîş (20), Cumalî Îlbasan (18) û zarokên bi navê Ş.K. (16) û A.E. (17) hatibûn binçavkirin. Piştî karên li Midûriyeta Polîsan duh sewqî dozgeriyê hatin kirin.
Piştî îfadeyên dozgeriyê bi daxwaza girtinê veguhestin dadehê. Piştî îfadeyên dadgehê bi hinceta tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûne hatin girtin.