Li navçeya Hezex ya Şirnexê direngî şevê di ser malan de girtin û 4 jê zarok 5 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Hezex ya Şirnexê de direngî şevê gelek polîsan li gel wesayîtên zirxî di ser malên Taxên Tûrgût Ozal û Atakentê de girtin û 4 jê zarok 5 kes binçavkirin.
Di serdegirtina demjimêr 02.00’an de Yilmaz Şakar (30) û zarokên bi navê E.Ş. (16), A.G. (15), V.Ý. (17) û L.K. (16) bi hinceta ku “tevlî xwepêşandana bûne” hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan ya Hezexê.