Bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk ku kete roja 52’an li ber Parlementoya Hikumeta Herêma Kurdistanê konê çalakiya birçîbûnê ji bo 3 rojan hate vedan. Tevgera Ciwanên Welatparêz yên Başûrê Kurdistanê di daxuyaniyê de balkişande ser çalakiya li zindanên Tirk û banga piştgiriyê ji Parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê xwest.
Bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li girtîgehên Tirk dane destpêkirin û di roja 52’an de berdewam dike, ji aliyê Tevgera Ciwanên Welatparêz yên Başûrê Kurdistanê ve li ber Parlementoya Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê ya li Hewlêrê konê çalakiya birçîbûnê ya 3 rojî hate vedan. Li gel PÇDK, bîroya BDP’ê ya Hewlêrê,Hemwelatiyên Azad û Wekhev, Rêkxistina Azadiya Jinên Kurdistan, Parlementerên YNK’ê Dana Seîd Sofî û Xelîl Osman, gelek rêxistin tevlî çalakiyê bûn û piştgiriya xwe anîn ziman.
Di çalakiya birçîbûnê ya 3 rojî ku di demjimêr 10.00’an li ber Parlementoya Hikumeta Herêmê destpêkir ya ji aliyê Tevgera Ciwanên Welatparêz yên Başûrê Kurdistanê ve hate amadekirin, daxuyaniyek da û balkişande ser berxwedanên zindanan yên salên 1982, 1999 û îro ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sedan girtî ketine çalakiya birçîbûnê.
BANGA BÊDENG NEMÎNIN
Tevgera Ciwanên Welatparêz di daxuyaniya xwe de ragihand ku, bi sedan girtî li girtîgehên Tirk ji bo bi cih anîna mercên tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafên demokratîk yên gelê Kurd dest bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku di roja 52’mîn de ye kirine û her wiha bang li Hikumeta Herêmê, Parlementoya Herêmê, Rêxistinên sivîl, rojnamevan, nivîskar û hemû rêxistinan kir ku li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Em bang li Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê, Parlementoya Kurdistanê, Rêxistinên sivîl, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevana dikin, yek bi yek navê hemû partiyên di parlementoyê de didîn û vedixwînin berxwedanê û her wiha bêdengiya xwe xirab bikin. PDK, YNK, Goran, KOMAL, Yekgirto, Hizbî Zehmet Kêşan roj ne roja betlane, li malê rûniştin, nîqaşên li ser petrol, gaz û pereyane, roj roja xwedî li serhildana azadiyê ya 30’ê Cotmehê derketine, di vê çarçoveyê de em daxwaz dikin ku Parlemento helwesta xwe zelal bike, bêdengiya xwe xirab bike û vê firsenda dîrokî ji bo yeketiya netewî binirxîne. Di vê pêvajoyê de bersiva herî bi wate û birûmet dê pêkanîna yeketiya netewî be û pêwîste parlemento biçalak piştgiriyê bide vê berxwedanê.”
‘PÊWÎSTE HEVDÎTIN LI GEL BIRÊZ OCALAN PÊK BÊ’
Piştî daxuyaniya Tevgera Ciwanên Welatparêz yên Başûrê Kurdistanên, Parlementerê Yeketiya Niştîmanî Kurdistan YNK Dana Seid Sofî axaftinek kir û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiya birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li girtîgehên Tirk dane destpêkirin û her wiha çalakiyên piştevaniyê yên li Bakûrê Kurdistanê tên kirin anî ziman. Parlementer Dana Seîd Sofî di axaftina xwe de got; “Daxwazên girtiyên siyasî, daxwazên rewane û hemû welat dikarin van daxwazan pêk bînin. Pêwîste dewleta Tirk van daxwazên gelê Kurd pêkbîne.” Her wiha Dana destnîşan kir ku, “Pêwîste hevdîtin li gel Birêz Ocalan were pêkanîn û daxwazên perwerdeya zimanê zikmakî û parastina bi zimanê Kurdî werin bicih anîn.”
Parlementer Dana anî ziman ku, ew dê weke parlementer û Parlemento hewil bidin ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi rêyên fermî dem û dezgehan vê daxwazê bigehînin Tirkiyeyê.
‘TIRKIYE XWE DEMOKRAT NÎŞAN DIDE, LÊ MAFÊ KURDAN BINPÊ DIKE’
Parlementerê heman partiyê yê YNK’ê Xelîl Osman jî piştgiriya xwe ya bi çalakiya birçîbûnê re anî ziman û girtiyên siyasî yên di çalakiya birçîbûnê yên li zindanên Tirk silav kir. Parlementer Xelîl Osman got; “Her çendî ku Tirkiye xwe weke welatekî demokrat dide nîşan kirin jî, lê belê mafê Kurdan binpê dike û pêngavek cidî na avêje. Ji bo wê jî em piştgiriya xwe ya bi çalakiya birçîbûnê didin nîşan kirin û hêvî dikin ku, ev çalakiya we dê bibe palpiştiyek bo azadiya girtiyên çalakiya birçîbûnê, Rêzdar Ocalan û hemû girtiyên siyasî.
Piştî daxuyaniyên hatin dayîn çalakiya birçîbûnê ya 3 rojî ya li ber Parlementoya Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê bi biryarbûnek mezin didome.