Li Hewlêrê bi boneya piştgirîdayina grevên birçîbunê yên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran welatî kom bûn û meşek li dar xistin. Di meşê de bang li Serokê Herêma Kurdistanê hate kirin ku bikeve nava hewldanan.
Çalakiyên bi armancên piştgirîdayîna grevên birçîbunê her ku diçe berfireh dibin. Bi taybet li Herêma Federal a Kurdistanê her roj ji bo grevên birçîbunê çalakî tên lidarxistin. Bi heman armancê grevên birçîbunê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li Hewlêrê ji aliyê hezaran kes ve mitîngek hat li darxistin.
Mitîng li parka Şanedar ya li Hewlêrê bi rêzgirtina deqeyek ser giyanê şehîdan dest pê kir. Di destpêkê de ji aliyê komiteya amadekar ve peyamek hat xwendin, di peyamê de bang li Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Parlamentoya Kurdistanê û Serokê Hukumeta Herêma Kurdistanê hat kirin daku zext li ser dewleta Tirk bikin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û greva birçîbûnê bi dawî bibe.
Di peyama hat xwendin de bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû aliyên din yên siyasî hat kirin daku bidawîkirina grevên birçîbûnê zext li hukumeta Tirkiye û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hukumeta Tirkiye zêdetiri sedeyek mafê 20 milyon Kurd bin pê dike, îro jî bi hezaran zindaniyên Kurd li Bbakurê Kurdistan dest bi greva birçîbunê kirine û niha ji her ku diçe rewşa girtiyan xirab dibe û egera mirinê heye. Ji bo wê em wek cemawerên bajarê Hewlêr li hember her kirayrek ne demokratik a li hember gelê Kurd in."
Herwiha di daxwiyaniyê bal kişandin ser siyaseta dewleta Tirk jî û hat gotin: “Ji bilî xapandina gelê Kurd heya niha dewleta Tirkiye tiştek nekiriye. Em li vê derê dipirsin ka helwesta Neteweyên Yekbûyî û parêzvanên mafê mirov, mafê milyonan mirov îro tê xwarin û tu deng ji Neteweyên Yekbûyi nine.
Di berdewama daxuyanî de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê jî hate şermezarkirin û hat xwestin ku hemû girtiyên Kurd ên siyasî serbest bên berdan. Mitîng bi dirûşimên “Bakûr, başûr, rojhilat, rojava, yek armanc û yek xebat” bi dawî bû.