Li Hewlêr ji ber dermanên demborî çavê 9 welatiyan kor bû

Li Hewlêr ji ber dermanên demborî çavê 9 welatiyan kor bû

Li Hewlêrê di meha Nîsanê de jiber bikaranîna derziyên dema wan derbazbûyî, 30 kesên ku bi korbûnê re rû bi rû man, ji wan 9 kes kor bûn.

Di meha Nîsana 2013’an de gelek welatiyên Herêma Başûrê Kurdistanê ji ber nexweşiya xwe ya çavan ji bo dermankirinê çûn Nexweşxaneya Rizgarî ya Hikumetê. Ji van nexweşan re di rêjeyek pir bilind de derziyên binavê Avastîn ku demê bikaranîna wan jî derbaz bibû hatin bikaranîn. Li gorî daxuyaniyên fermî 30 welatî bi korbûnê re rû bir û mabûn. Ev nexweşane piştî mudaxaleya destpêkê şandin welatên Tirkiye û Elmanya. Li rexmî hemû hewildanên tibbî, bijîşkan nekarîn bibin çareseriya nexweşiya gelek welatiyan. Heta niha ji wan nexweşan çavên 9 kesan bi temamî korbûne û hatine derxistin û nexweşên din ji li van herdû welatan di bin çavdêriya doxtoran de ne.

Bi vê mebestê Kampanya “Çav Her Çave” li ber deriyê Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek ya çapemeniyê da. Daxuyani ji aliye Pisporê Nexweşiyên Xwînê Dr. Piştiwan Ebdullah û Berdevkê Çapemeniyê yê Wezareta Tenduristiyê Dr. Xalis Qadir ve hate dayin. Qadir wiha ragehand: “Lêkolîn li ser mijarê ji aliyê Wezareta Tenduristiyê û Dadgehê ve hûrkolîn tên kirin û wê di demek kurt de ev lêkolînane bi dawî bibin. Di encama lêkolînê de aliyên gunehbar yên vê bûyerê wê eşkere bibin û bi riyên zagonî tişta pêwîst çi be wê were kirin.”

Herwiha Dr. Piştîwan Ebdullah wiha got: “Derzî bi riyên qaçax ji bi riya şirketekê anîne Kurdistanê, ev derziyane dema hatin tu xeteriya wana tune bû. Lê her sê doxtorên ku di vê bûyera bi êş de xwedî rolin derzî bi aweyek xirap bikaranîne û ji qirêjbûnê ne parastina heta vîrûs girtine. Ez dîsa dibêjim her çendî ku ew şîrketa binavê Hoz ya ku ev derziyane bi riyên qaçax anîne Herêma Başûrê Kurdistanê ji aliyê Wezareta Tenduristî ve were zanîn jî lê mixabin heta niha xebatên wê şîrketê ne hatine rawestandin û hersê doxtorên bûyî sedemê korbûna ev qas welatiyên ji erkê xwe ne hatine dûrxistin û ne hatine ceza kirin.”

Piştî daxuyaniyê Dr. Piştiwan Ebdullah ji Ajansa Nûçeyan ya Dîcle (DÎHA) re axivî û di axaftina xwe de balkêşand ser bûyera korbûna welatiyan û wiha got: “Sedemê korbûna van welatiyên me ji bê sîstem karkirina Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ye. Lewra bi piştgiriya 30 rêkxistinên civaka sivîl û 260 îmzayên kesayetên nav û deng em dixwazîn komisyonek serbixwe ya lêkolînê damezrînîn kû bizanîn sedemê bingehîn yê vê bûyerê ji ku tê sedemê wê çiye û gunehbar kîne. Lewra di derbarê vê mijarê de me daxwaz ji Herêma Kurdistanê kiriye ku lêborînê ji malbatên van kesane bixwaze.” Herwiha Ebdullah da zanîn ku, wana ji Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê xwestiye di çarçoveya zagonan de bila alî û kesên ku di vê bûyerê de cih girtine werin ceza kirin, lêborînê ji malbatên nexweşan bixwazin û alikariya aborî bê dayina malbatên nexweşan.