Li Hesekê kurdan şehîdên xwe bi bîr anîn

Li Hesekê kurdan şehîdên xwe bi bîr anîn

Li bajarê Hesekê Saziya Malbataên Şehîdan 13 ciwanên Kurd ên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan û endama rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şîlan Kobanê û hevalên wê bi merasimekê bi bîr anîn.

Li bajarê Hesekê Saziya Malbatên Şehîdan, ku her meh zarokên xwe yê ku di salên cûda de, di wê mehê de, di nava refên tekoşîna azadiya Gelê Kurd de jiyana xwe ji destdabûn bi bîr tînin, vê mehê jî bi merasîmeke girseyî ku bi sedan kes beşdar bibûn li dar xistin.

13 cangoriyên azadiya gelê Kurd, her weha Rêvebira PYD'ê Şîlan Kobanê û hevalên wê bi merasîmeke girseyî hatin bibîranîn. Merasîm saet di 13.00an de li Qada Azadî ya taxa Miftî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Hesen Sedo li ser giringiya xwedîderketina li nirxên pîroz axivî û diyar kir ku bi xwîna şehîdan û keda Ocalan heta niha gelê Kurd hate parastin. Her weha Sedo bal kişand ser rewşa dawî ku ya li herêmê û ji gelê kurd xwest ku di vê demê de pir haydar bin. Sedo got: “Ji ber ku em di demeke pir dîrokî re derbas dibin.” Sedo Rêvebira PYD Şîlan Kobanê û hevalên wê jî bi bîr anî.

Piştre Endamê Desteya Bilind a Kurd û Serokê Meclisa Gel a Rojavayê kurdistanê Ebdilselam Ehmed li ser rola şehîdan a pêşeng di desteketiyên Gelê Kurde axivî. Her weha Ehmed ji Gelê Rojavayê Kurdistanê xwest ku dev ji xaka xwe bernedin.

Li ser navê Partiya Yekîtiya Demoqratîk(PYD) Şêxmûs Ehmed û li ser navê Yekitiya Star Viyan Hesekê axivîn. Piştre belgeyên şehadetê li her 13 malbatan hatin belavkirin. Di merasîman de helbest jî hatin xwendin. Her weha nameya ku Rênas Xelîl bi nasnav Mîtan ji malbata xwe re şandibû jî weke bîranîn ji aliyê malbatê ve hate xwendin.