Li Hesekê 5 şervanên azadiyê hatin oxirkirin

Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyên 5 şervanên YPG`ê ku li gundê Ebû Fas ê Şedadê jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê defin kirin.

Bi hezaran welatiyên bajarê Hesekê cenazeyên 5 şervanên YPG`ê yên ku di 26`ê Mijdarê de li gundê Ebû Fas ê Şedadê jiyana xwe ji dest dabûn, ji ber navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi konvoyekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Diwar a li gundê Dawidiyê derketin rê.

Welatiyan wêneyên şehîd û alên YPG’ê YPJ’ê bilind kirin û dirûşma “Şehîd Namirin” ve darbesta şervanên azadiyê li ser milan heta goristanê birin.Li goristanê merasîmekî leşkerî hate lidarxisin.

Di merasîmê de Rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Dawî, Endama Kongreya Star a bajarê Hesekê Enûd Qero û Endamê Meclîsa Taxa Neşwa Hemd El-Betah axîvin.

Di axaftinan de sersaxî ji hemû malbatên şehîda re hat xwestin û rola şehîdan di avakirina jiyaneke hevbeş û azad de hate vegotin.

Di berdewama merasîmê de endamê Fermandariya YPGʹê Lewend Rojava axivî û da zanîn ku çeteyên DAIŞ`ê li hemberî berxwedana YPG/YPJ`ê nikarin li berxwe bidin û berê xwe didin rêbazên kirêt.

Paştre Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Îlham Bekir nasnameyên şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin.

Cenazeyên 5 şehîdan bi dirûşimên “Şehîd Namirin” û tilîliyên dayîkan ve defin kirin.

Navên 5 şehîdan wiha ne: Zinar Agirî (Seîd Şakir), Çekdar Rojava (Şahîn Seîd Şakir), Diyar Hesekê (Seîd Mihemed Salih), Birûsk Rohilat (Zêran Ibrahîm) û Ezîz Hesekê(Ebd Ezîz Ferhan).