Li herêmên gerîla tevgera keşfê

Pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk, li herêmên Çerçala, Oremar û Avaşînê, keşif kirin.

Pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk, li herêmên Çerçala, Oremar û Avaşînê, keşif kirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku artêşa Tirk ji bo herêma bendavê ya navçeya Amed Farqînê, sewqiyata gelek wesayîtên zirxî kirine û da zanîn ku ji saet 22:00 ê 28’ê Hezîranê heta saet 04:00 ê 29'ê Hezîranê li ser herêma bendavê tevgear keşfê hatiye kirin.

Di dewama daxuyaniya navendê de ev agahî bi raya giştî re hatin parvekirin:

"Di 29’ê Hezîranê de saet di navbera 04.00 û 12.00’an de, pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêş T.C a dagirker li ser herêma Qendîlê, keşif kiriye. Ev tevgera hewayî li herêmên me yên gerîlayan her çûye zêde bûye û didome.

Di 28’ê Hezîranê saet di navbera 19.00-12.00’an de li ser herêma Çarçela, di 28’ê Hezîranê saet di navbera 12.00 û 29’ê Hezîranê saet di 11.00’an de li ser herêma Oremar a navçeya Geverê, di 28’ê Hezîranê saet di 10.00- 13.30 û di 29’ê Hezîranê saet di navbera 04.00-12.00’an de li ser herêma Avaşîn, di 29’ê Hezîranê saet di 05.00-12.00’an de li her herêma Zapê, pêgerên hewayî yên artêşa Tirk keşif kirine.

Artêşa Tirk ji bo  herêma bendavê ya navçeya Farqîn a Amedê, sewqiyata gelek wesayîtên zirxî kiriye. Di 28’ê Hezîranê saet di navbera 22.00 û 29’ê Hezîranê saet di 04.00’an de li ser herêma bendavê xebatên keşfê hatine kirin."