Li herêma Cerablûsê 25 çete hatin kuştin
Hat ragihandin, di şerê navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê yê li derdora gundê Zormixarê de 5, di bombekirina çeperên li Cerablûsa Jêrîn de 20 çete hatin kuştin.
Hat ragihandin, di şerê navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê yê li derdora gundê Zormixarê de 5, di bombekirina çeperên li Cerablûsa Jêrîn de 20 çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bi destxistin, duh (29'ê Adarê) saet di 19:00 de çeteyên DAIŞ'ê êrîş gundê Zormixar ê 30 km. li bakurrojavayê Kobanê ye, kirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bersiva dan êrîşên çeteyan û li ser vê yekê li derdora gundê Zormixarê şer derket. Ev şerê dijwar 2 saetan dewam kir. Di şer de 5 çeteyên biyanî hatin kuştin û çeteyên mayî jî neçar man ji herêmê birevin.
LI CERABLÛSA JÊRÎN ÊRÎŞA HEWAYÎ
Li aliyê din, balafirên şer ên Koalîsyona Navneteweyî ya bi pêşengiya DYA, çeperên çeteyên DAIŞ'ê yên li Cerablûsa Jêrîn danê êvarê bombe kirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di encama bomberdûmanê de 20 çete hatin kuştin.