Li hemberî rojnamevanan êrîşa çekdarî
Hêzên dewleta AKP'ê yên tehemûlê li şopandina nûçeyan nakin, gule li kedkarên çapemeniyê yên li ser sînorê Qamişlo-Nisêbînê bi şiyara "Ji bêdengiyê re Na" daxuyanî dan çapemeniyê, reşandin.
Hêzên dewleta AKP'ê yên tehemûlê li şopandina nûçeyan nakin, gule li kedkarên çapemeniyê yên li ser sînorê Qamişlo-Nisêbînê bi şiyara "Ji bêdengiyê re Na" daxuyanî dan çapemeniyê, reşandin.
Hemleya "Ji bêdengiyê re Na" ku li ser banga Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) ji aliyê saziyên ragihandinê yên Kantona Cizîrê ve, bi armanca nîşandana êrîşên hêzên AKP’ê yên li ser Nisêbînê û Qamişlo di 3'ê Nîsanê de hatibû destpêkirin, didome.
Di çarçoveya hemleyê de îro ekîba sêyemîn a rojnamevanan nobedariya ser sînor dewr girt. Lê dema rojnamevanan karê xwe dikirin, ji aliyê hêzên AKP’ê ve hatin gulebarandin.
Di êrîşê de tiştek bi kesî nehat û rojnemavanan karê xwe tevî êrîşê jî domandin.