Li hemberî konvoya leşkerî çalakî
Li ser rêya Amed-Çewlikê dema konvoya leşkerî derbas dibû, teqînekê rû da. Hat ragihandin ku ji ber teqînê kuştî û birîndar hene.
Li ser rêya Amed-Çewlikê dema konvoya leşkerî derbas dibû, teqînekê rû da. Hat ragihandin ku ji ber teqînê kuştî û birîndar hene.
Li nêzî Taxa Dîwêlê ya navçeya Amed Karazê, li kîlometreya 60. a rêya navbera Amed-Çewlîkê di dema derbasbûna konvoya leşkerî de teqînekê rû da.
Hat hînbûn ku di encama teqînê de xisareke mezin li wesayîta zirxî bûye. Piştî teqînê gelek ambûlansan berê xwe dan cihê bûyerê. Tê gotin kuştî û birîndarên hêzên çekdar ên dewleta Tirk hene.
Piştî teqînê rê ji her du aliyan ve hate girtin.