Li hemberî Garê êrîşa balafirên şer
Balafirên şer ên Tirk dest bi bomberdûmana çiyayên Garê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin.
Balafirên şer ên Tirk dest bi bomberdûmana çiyayên Garê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, balafirên şer ên Tirk gelek deverên herêma Garê di vê kêliyê de bombe dikin.
Êrîşa hewayî tevî balafirên keşfê tê kirin.
Balafirên şer ên Tirk duh jî bombe li gundên Bole û Qeletuka yên Qendîlê barandibûn.