Êrîşên qirkirinê yên li Şirnexê di roja 20’emîn de berdewam dikin, Hêzên YPS û YPS-Jin li hember Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogutê çalakiyeke bi roketan li dar xist. Piştî çalakiya bi roketan ji nîzamiyeya tugayê û qulîbeya nobedariyê dûman bilind bûn, li derdora tûgayê şer derket. Têkildarî kuştî û birîndarên şer ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin, gelek ambûlans sewqî herêmê hatin kirin.
Di rojên borî de hêzên YPS û YPS-Jin li hember Midûryeta Perwedehiyê ya Mîllî ya Bajar a ku tîmên taybet li navbera Taxên Dicle û Cûmhûryetê ya ji Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogutê bi cih kiribûn çalakiyeke hemwext li dar xistibûn.
Li aliyê din bomberdûmana dijwar a li hember taxan didome. Tank û obusên li Gumuştepe ya weke navenda tîmên taybet bi cih kirine, Taxa Îsmetpaşa bi dijwarî topbaran dikin. Ji malên ku bûne hedefa tank û obusan dûmana reş bilind dibe.
Di rojên herî dawî de bombedûman li ser bajar dijwar dibin, şer bê navber berdewam dike.