Li hember navçeya Mexmûr a girêdayî Mûsilê êrîşên xwekujî pêk hatin

Li hember navçeya Mexmûr a girêdayî Mûsilê bi saeta herêmî nêzî 21.30’an de êrîşên xwekujî pêk hatin.

Li hember navenda polîsan bi wesayîteke bombebarkirî êrîş hat lidarxistin, her wiha êrîşkarekî jî hemwext berê xwe da avahiya qeymeqamtiyê û xwe teqand. Li gor agahiyên hatin bidestxistin heta niha 3 sivîl, 4 peşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, gelek birîndar hene.

Bi êrîşa li ser Mexmûrê re hemwext li ser gundê Karaj ê bajarokê Baqirtê (15 kîlometre dûrî Mexmûrê ye) jî bi wesayîtên bombebarkirî li ser tabura peşmergeyan êrîşên xwekujî pêk hatin. Di van êrîşan de 6 peşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, gelek peşmergeyên birîndar jî hene.

Heta niha ji meqamên fermî ti daxuyanî nehatine dayîn. Li gor agahiyên herêmî êrîş bi wesayîtên koçberên ku ji aliyê artêşa Iraqê dema operasyona Mûsilê ji 4 gundan koçî Mexmûrê hatine kirin hatine pêkanîn.

Bi êrîşan re tevgera balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî ya zêde bibû jî dewam dike.