Li Helebê şer: 25 sivîl mirin
Di şerê Helebê de ku di navbera çeteyên Koalîsyonê û hêzên rêjîmê de, 4 jê zarok bi giştî 25 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Di şerê Helebê de ku di navbera çeteyên Koalîsyonê û hêzên rêjîmê de, 4 jê zarok bi giştî 25 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Rojane li bajarê Helebê û bejahiya wê di navbera çeteyên Koalîsyona Niştimanî, hêzên rêjîmê û pêxasên wê de şerê dijwar rû didin. Di encamê de bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest didin.
hat diyarkirin ku balafirên şer ên rêjîma Baas bajarokên Heyan, Hirêtan, Enedan, Meret Ertîq û herêma Asaya yên bejahiya Rojavayê Helebê bi dijwarî bombebaran kir. Di heman demê balafirên şer ên rêjîmê Meslhur, Urm, Kubre, Bejahiya Endizyaran, Babîd û Xan Esel ên bejahiy Başurê Helebê bombebaran kir. Di encamê de 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn.
Di hemam demê de çeteyên Koalîsyona Niştimanî taxên Rojhilatê Helebê yên din bin serweriya ya hêzên rêjîmê de bi dijwarî topbaran kirin. Di encamê de 4 jê zarok 10 sivîlan jiyana xwe ji dest da. Her wiha gelek avahiyên sivîan jî hatin hilweşînin.
Li taxên Mesakin Henano, Bêd Esfer, Beîdîn, Inzarar, Bustan Qeser û Meqali El-Iwêce şerê giran di navbera çeteyên Koalîsyonê û hêzên rêjîmê de rû didin.
Şerê li van taxan hê jî dewam dike, balafirên şer jî digerin.