Li gundê Vezirava qedexeya derketinê hat îlankirin

Li ser Gundê Vezirava û gundikê Çîmenliyê yê ku girêdayî navçeya Geverê ya Colemêrgê ev 2 roj in rastî êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê tên, qedexeya derktinê hat îlankirin.

Li ser Gundê Vezirava û gundikê Çîmenliyê yê ku girêdayî navçeya Geverê ya Colemêrgê ev 2 roj in rastî êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê tên, qedexeya derktinê hat îlankirin. Qedexeya derketinê ya ku îşev saet 20:00’an de wê bikeve meryetê, wê heta fermanekî dîn berdewam bike.

Li ser gundê Vezirava û gundikê Çîmenliyê yê ku li ser rêya Oremarê ya 2 km ji navenda navçeya Gever a Colemrêgê ya ku êrîşên qirkirinê di roja 18. de berdewam dike dûr e, îşev ji saet 20:00’an û şûn de “Qedexeya kolanan” hat îlankirin. Di daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê de wiha hat gotin: “Ji ber berdewamkirina operasyonên li navçeyê endamên rêxistina terorê xwe li derdora gund û gundikên derdora navçe û Geverê diparêzin, ji bo ewlehiya can û malê welatiyên me, xirabûna rêxistina civakî, herêma aram û rehetiyê jimara 5442 Qanûna Îdareya Bajar a madeya 11/C, li ser gundê Vezirava û gundikê Çîmenlî yê girêdayî navçeya Geverê ji 30’ê Adara 2016’an saet 20:00’an de heta fermana duyemîn qedexeya kolanan hat îlankirin. Ketin û derketina gundê Vezirava û gundikê Çîmenlî qedexe ye.”

Duh hêzên dewletê bi wesayîtên zirxî li ser rêya gund li wesayîtek sivîl gule reşandibûn û 2 kes giran birîndar bibû, ji 2 kesan ne li ser hişê xwe ne agahî ji kesekê nayê girtin. Piştî êrîşê, bi îdîaya 2 HPG’yî di gundê ku hatî dorpêçkirin de ye ji 100’î zêdetir kobra, panzer, kîrpî, tank û helîkoper derdora gund girtin. Ji gundiya re gotin “Eger hûn gund vala nekin em ê we û gundê we bişewitînin” gef hatibûn kirin. Ji lêgerîn û venêrîna duh ve hê rastî ti kesan nehatine, li gund rewşa awarte hat îlankirin.