Li gundê Seyid Elî komun hat avakirin
Jinên gundê Seyid Elî yê li bakurê bajarê Hesekê komuna xwe ava kirin.
Jinên gundê Seyid Elî yê li bakurê bajarê Hesekê komuna xwe ava kirin.
Jinên gundê Seyid Elî yê li bakurê bajarê Hesekê komuna xwe ava kirin.
Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Hesekê di çarçoveya xebatên avakirina komunên jinan ku ji ber rewşa şer demekê rawestiyabûn, li gundê Seyid Elî civînek li dar xist.
Civîna ku bi dehan jinên gund amade bûn, bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Rêvebera Yekîtiya Star Şervîn Hesekê axivî, der barê komunan û erka wan de agahî dan. Şervîn destnîşan kir ku komun yek ji lingên esasî yên avakirina civakê ye, lewre divê jin jî di vê mijarê de aktîf bin.
Piştre jî rêziknameya komuna jinan ji aliyê rêvebera Yekîtiya Star Yusra Ilyas ve hate xwendin û xalên wê hatin nîqaşkirin.
Piştî axaftinan ji bo hilbijartinan deriyê namzetiyê hate vekirin. Di encama hilbijartinan de Xebat Ibrahîm bû seroka komuna jinên gundê Seyid Elî.
Her wiha komîteyên “lihevanîn, tenduristî, aborî, parastin û perwerdeyê” hatin avakirin.