Li gundê Şêx Emîn komun hat avakirin
Meclîsa Gund a Hesekê li ser daxwaza şêniyên gundê Şêx Emîn ê Hesekê ku şêniyên wê Ereb in komuna gund ava kirin.
Meclîsa Gund a Hesekê li ser daxwaza şêniyên gundê Şêx Emîn ê Hesekê ku şêniyên wê Ereb in komuna gund ava kirin.
Meclîsa Gund a Hesekê li ser daxwaza şêniyên gundê Şêx Emîn ê Hesekê ku şêniyên wê Ereb in komuna gund ava kirin.
Şêniyên gundê Şêx Emîn ku şêniyên wê ji êla Şerabiyê ya Ereb e û 40 kîlometre dikeve bakurê Hesekê, ji rayedarên Meclîsa Gund a Hesekê gundên Hesekê daxwaz kirin ku komuna gundên wan ava bikin. Li ser vê yekê Meclîsa Gund a Hesekê ji gundiyan re civîn li dar xist. Civîn duh di saetên êvarê de bi beşdarbûna dehan gundiyan li meydana gund bi rêzgirtinê destpê kir.
Paşê Hevserokê Meclîsa Gund a Hesekê Farûq Tozo axivî û bal kişand ser berxwedana hêzên YPG’ê ya di pêngava Fermandar Rûbar de û got ku hêzên YPG/YPJ’ ê bi sedan gundên herêmê ji çeteyan rizgar kirin. Tozo, destnîşan kir ku komun bingeha rêxistinkirina civakê ye û da zanîn ku divê hemû beşên civakê xwe di nava komunan de bi rêxistin bikin, her wiha xebatên di nava komunan de şîrove kir.
Di civînê de her wiha Serokê Meclîsa Gundên Hesekê Aldar Xelef kar û xebatên komunan ji gundiyan re şîrove kir û bersiva pirsên beşdaran da. Paşê komuna gund hate avakirin û Îbrahîm Meter û Nûra Silêman wek hevserokên komunê hatin hilbijartin, her wiha komuteyên lihevanîn, çandinî û xizmetan jî hatin destnîşankirin.
Di dawiya civînê de careke din bersiva pirsên beşdaran ên li ser kar û xebatên komunan hate dayîn.