Li gundê Risê di navbera çeteyên DAIŞ û hêzên YPG/YPJ’ê de şer
Li gundê Risê yê Girê Spî di navbara şervanên YPG`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şer derketin.
Li gundê Risê yê Girê Spî di navbara şervanên YPG`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şer derketin.
Li gundê Risê yê Girê Spî di navbara şervanên YPG`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şer derketin.
Li gor nûçeya ANHA’yê, îşev saat 20:30`an li gundê Risê yê 17 km dikeve başûr-rojhilatê bajarê Girê Spî di navbera şervanên YPG`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şer derketin.
Hat zanîn ku piştî şervanên YPG`ê komeke çeteyên DAIŞ`ê yên xwe di gund de veşartine û di dibistana gund de bi cih bûne ferq kirine, şervanan hewl dane wan bi saxî bigirin. Lê, çeteyan gule reşandin.Li gund şer qewimîn.
Têkîldarî detayên encamên şer agahiyên şênber nehatine bidestxistin.
Li herêmê şer hê jî didomin.