Serdana çalakgerên ku bi daxwaza hevdîtin û têkildarî rewş û tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahiyê bistînin dest bi greva birçîbûnê kirine dewam dike. Li gel serlêdana gelek sazî û dezgeyên civakî Komeleya 78’iyan jî ji bo piştgiriyê çalakger ziyaret kirin. Endamê komeleyê li vir daxuyaniyek da û piştre ji bo yek ji pêşengên PKK’ê Kemal Pîr ê ku di sala 1982’an de di greva birçîbûnê de gihiştibû şehadetê bîranînek hate lidarxistin.
Di bîranînê de Hevserokê Komeleya 78’iyan Ganî Alkan axivî û diyar kir ku ew berxwedan û ruhê ku bedenên xwe dan ber rojiya mirinê û agir ên di zindan Amedê de îro dîsa li Amedê dewam dike. Alkan, di serî de Kemal Pîr û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û got ku ev çalakî pir girîng û rojên dîrokî îfade dike. Alkan destnîşan kir ku heta agahiyekê ji Ocalan bigirin wê piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê heta dawiyê dewam bikin.
Piştre jî Parlementerê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr wiha anî ziman: “Piştî derbasbûna 34 salan ne pir hêsane ku mirov di der barê wan berxwedêran de baxve, lê îro li pêşberî van mirovên bi rûmet çend gotinan bêjim. Dema ku min Birêz Ocalan nas kir Kemal Pîr 20 salî bû. Dema ku em temaşedikin 20 salî di çavê me de zarok in, lê Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş û hevrêyên din ji bo gelê Kurd têkoşîn dan destpêkirin. Ez bawer dikim ku gelê Kurd bi têkoşîna wan ji xewê hişyar bûn. Her çendî bi bedenên xwe ne li gel me bin jî lê her tim ruhê wan li gel me ye. Hevriyên me rûhê 82’yan gihandin îro ez bi vê yekê pir keyfxweşim. Ez di wê hêviyê de me bi lezgîn hevdîtin li gel Birêz Ocalan pêk were û çalakî bigihije armanca xwe. Ez serkeftinê ji hemû hevalan re dixwazim.”