Ji 9 kesên di serdegirtinên li navçeya Gogsî de hatibûn binçavkirin 6 jê hatin girtin.
Li navçeya Gogsiyê polîsên girêdayî Midûriyeta Polîsan û cendirmeyên Fermandariya Cendirmeyan ya Navçeyê hemwext di ser malan de girtin û 9 kes binçavkiribûn. Duh li Erziromê îfade dayîna 9 kesên binçavkirî heya sibehê berdewam kir. 3 kesên li dozgeriyê îfadeyên wan hatin girtin, serbest hatin berdan, Yilmaz Utsek, Saîm Genç, Îbrahîm Keraz, Reîs Kaya, Ayhan Kirtil, Erhan Karakaya jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Nobedar ya Cezayê Giran kirin. 6 kesên sewq kirin bi îdîaya ku, “endamên rêxistinê ne” hatin girtin û şandin girtîgehê.
Li aliyê din kesê binavê Memduh Keşka jî, dema ku li ber Edliyeya Erziromê dima hate binçavkirin. Keşka ji ber doza derbarê wî de li Dadgeha Bilind hatiye erê kirin, hate girtin û şandin girtîgehê.