Li aliyê Yeketiya Star ve li Gundê Kêşikê yê girêdayî Girkê Legê birasthatina salvegera koça dawî ya Şîlan Kobanî û hevalên wê merasimek ya bîranînê hate li darxistin.
Rêvebera Partiya Yekîtiya Demokratîk-PYD Meysa Bakî binasnav Şîlan Kobanê ya 29'ê Mijdara sala 2004'an di encama êrîşekê de tevî 4 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da bû, ji aliyê gelê Rojavayê Kurdistanê ve tê bîranîn.
Bi rasthatina salvegera koça dawî ya Şîlan Kobanê û Hevalên wê li Girkê Legê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
29'ê Mijdara sala 2004'an rêvebera PYD Şîlan Kobanê û 4 hevalên wê li bajarê Musilê rastî êrîşeke çekdarî tê û di encamê de jiyana xwe ji dest dide. Ji bo bîranîna Şîlan Kobanê û hevalên wê, li gundê Kêşikê yê girêdayî Girkê Legê, rêxistina Yekîtiya Star merasîmek organîze kir.
Di merasîmê de piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, endamê desteya rêveber a PYD Alî Şemo bi silavkirina berxwedana YPG ya li hemberî komên çete dest bi axaftina xwe kir. Şemo anî ziman ku, îro bi deh hezaran kes li ser rêya Şîlan Kobanê û hevalên wê, şoreşa azadiyê birêve dibin.
Endama Kordînasyona rêxistina Yekîtiya Star Nejbîr Azad jî bi bîr xist gelê Kurd salvegera damezirandina tevgera azadiya Kurdistanê di pêvajoyeke girîng pêşwazî dike. Azad diyar kir ku, di tevahiya 34 salan bi hezaran têkoşerên mîna Şîlan, Fûad, Cemîl, Zekeriya û Ciwan ji bo azadiya gelê Kurd canê xwe feda kirine.
Nejbîr Azad destnîşan kir ku, Şîlan Kobanê û 4 hevalên wê yên di encama êrîşeke bê bext de jiyana xwe ji dest dan, li Rojavayê Kurdistanê bûn hîmê têkoşîna li dijî îxanetê..