Li Girkê Legê bi hezaran qetilkirina Abid Xelîl şermezar kir

Li Girkê Legê bi hezaran qetilkirina Abid Xelîl şermezar kir

Piştî ku komên çete duh êrîşî Serêkaniyê kirin û Serokê Meclîsa Gel Abdi Xelîl jiyana xwe ji dest da, gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê rabû ser piyan. Li bajarê Girkê Legê bi hezaran kesên daketin qadan û komên çete şermezar kirin. Di xwepêşandanê de hat gotin, gelê Kurd li hemberî komên çete wê berxwedanê xurt bike.

Bi armanca şermezarkirina êrîşa li dijî Serêkaniyê, doh êvarê li bajarê Girkê Legê xwepêşandanek girseyî hat lidarxistin. Bi hezaran kesên li ser banga Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daketin qadan êrîşa komên çete û hewldanên dewleta Tirk yên dagirkirina Rojavayê Kurdistanê bi zimanekî tûnd şermezar kirin.

Di xwepêşandanê de berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li dijî komên çete hat silavkirin û bê navber sloganên tolhildanê hatin gotin..

Piştî meşê, endamê TEVDEMê Ferzende Munzur anî ziman ku komên çete li ser daxwaza dewleta Tirk derbasî bajarê Serêkaniyê bûn û li hemberî gelê Kurd êrîşên hovane pêk anîn. Munzur diyar kir gelê Rojava wê tu carî Serêkaniyê bi tenê nehêle û li hemberî komên çete destkeftî û nirxên xwe biparêze..