Li Girê Spî 3 çete hatin kuştin

Ji çeteyên DAIŞ’ê yên ji aliyê rojhilat ê bajarê Girê Spî (Til Ebyad) ve, hewl dan ku êrîşî bajar bikin, 3 hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Ji çeteyên DAIŞ’ê yên ji aliyê rojhilat ê bajarê Girê Spî (Til Ebyad) ve, hewl dan ku êrîşî bajar bikin, 3 hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li gor ajansa nûçeyan ANHA’yê, komeke çeteyan di saetên piştî nîvro de hewl da ku êrîşî Girê Spî bike. Koma çeteyan ku ji 6 kesan pêk dihat û ji aliyê rojhilat ve êrîş pêk anîn. Lê ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve hatin dorpêçkirin.

Di pevçûna ku li vir 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. Çeteyên birîndar reviyan aliyê Tirkiyeyê.  Ji bo girtina çeteyê 6’emîn jî operasyon didome.