Li Girê Spî 12 gundên din jî hatin rizgarkirin
Şervanên YPG’ê û Burkan El-Firat li rojavayê û rojava-Başûrê Girê Spî 12 gundên din rizgar kirin.
Şervanên YPG’ê û Burkan El-Firat li rojavayê û rojava-Başûrê Girê Spî 12 gundên din rizgar kirin.
Şervanên YPG’ê û Burkan El-Firat li rojavayê û rojava-Başûrê Girê Spî 12 gundên din rizgar kirin.
Li gorî ajansa nûçeyan ANHA’yê hêzên YPG’ê û Burkan El-Firat ku ber bi Girê Spî ve pêşveçûna xwe didomînin îro di saetên piştî nîvro gundên Leqleqo, Girzinar, Bîrhesan û Fewan ên rojhilatê Kobanê û rojavayê Girê Spî û li ser xeta sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê ne, her wiha gundên Xirbet Yûsif, Saxîn a mezin, Saxîna a biçûk, Deciya jorîn, Deciya jêrîn, Teybê, Cideydê û Dedem ên li başûr rojhilatê Kobanê û bakur-rojavayê Girê Spî ji çeteyan rizgar kirin.
Di pevçûnan kuştî û birîndar çêbûne, lê der barê hejmaran de ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Di heman demê de şervanên YPG’ê miqdarek çek û cebilxaneyên çeteyan desteser kirin.