Li Geverê xanî hilweşiya: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li gundê Hirmiye yê Geverê, ji ber hilweşîna xaniyekî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gundê Hirmiye yê Geverê, ji ber hilweşîna xaniyekî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Colemêrg Geverê, xaniyekî ji du qatan ê li gundê Hirmiye, ku banê wê axê bû hilweşiya. Di bûyerê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tevî cenazeyê Saît Yazgan (58) her wiha welatiyên bi navê Emîrhan Yazgan (60), Esat Erîşmîş (55) û Sîdar Yazgan (13) bi birîndarî ji binê xirbeyê xanî hatin derxistin, lê tevî hemû hewldanan jî nehatin rizgarkirin.
Rewşa Farûk Salar ê tê dermankirin baş e. Xizmên kesên jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn xwestin bên navçeyê, lê belê hêzên dewleta Tirk bi bahaneya "qedexeya derketina derve" destûr nedan. Cenazeyên 4 kesan piştî otopsiyê wê li gund bê veşartin.