Li Geverê protestoya bifîtik, dehol û tenekê

Li Geverê protestoya bifîtik, dehol û tenekê

Li navçeya Geverê ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya didome, çalakiyekî bi fîtik, dehol û tenekeyê pêkanîn.

Şeva din bi sedan kesên ji Taxên Yeşîldere, Orman, Kişla, Cûmhûriyet, Esentepe, Yenîmahale û Gungurê hatin cem hev û bi armanca piştevaniya bi çalakiya birçîbûnê re gelek çalakî pêkanîn. Welatiyên ku li nava taxa geriyan ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê çalakiya lêdana fîtik, dehol û tenekeyan pêkanîn. Ji hinek taxan dengê çekan hat, her wiha xwepêşandanên protestoyî heya direngî şevê dom kirin.