Li Geverê polîsekî POH hat kuştin
Di teqîna li taxa Orman a Geverê de polîsekî tevgera taybet (POH) hat kuştin, gelek polîs birîndar bûn.
Di teqîna li taxa Orman a Geverê de polîsekî tevgera taybet (POH) hat kuştin, gelek polîs birîndar bûn.
Li navçeya Colemêrg Geverê, ku êrîşên qirkirinê û berxwedana li hemberî van êrîşan dewam dikin, li taxa Ormanê teqîneke dijwar rû da.
Piştî teqînê ambûlans bi maşînên zirxî sewqî herêmê hatin kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, di teqînê de herî kêm polîsekî POH hatiye kuştin, gelek jî birîndar bûne.