Li Geverê polîsan di ser avahiya BDP’ê de girt

Li Geverê polîsan di ser avahiya BDP’ê de girt

Polîsan di ser avahiya Rêxistina BDP'ê ya Geverê de girtin û derî bi balyozê şikandin û 5 çalakvanên greva birçîbûnê binçavkirin. Di dema serdagirtinê de ala tirkan li avahiyê daliqandin. Li dijî avahiya BDP'ê polîsan bi ser gelek malan de jî girt.

Polîs û tîmên taybet di demjimêrên 01.30'an de di ser avahiya BDP'ê ya Geverê de girtin. Li avahiya BDP'ê 10 ciwanan bi armanca piştgiriyê dayîna çalakiya gireva birçîbûnê ya di 12'yê îlonê de li girtîgehan destpê kir, çalakiya greva birçîbûnê li dar dixistin.

Di serdegirtinê deriyê avahiya BDP'ê bi mirc şikandin. Deriyê buroyên keyayên taxên Yeşîldere û Dîze yê û deriyê depoya esnafekî jî şikandin û lêgerîn pêk anîn. Di serdegirtinê de ligel şikandina deran paçe jî şikandin. Hate ragihandin ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Denîz Gezmîş yên ku li odeya çalakiya greva birçîbûnê daliqandîbûn avêtin erdê û polîsan heqaret li ciwanên di çalakiyê de kirin.

Polîsan êrîşî ciwanên çalakî li dar dixistin kir û heqaretên, "Dayîka we diyare lê bavê we nediyare. Ya em dikin çavtirsandine. Êdî em dê biguleyan bi we bilîzin." Hate îdîakirin ku, di dema serdegirtinê de jinên di çalakiyê de jî rastî tacîzê hatin. Piştî serdegirtinê li avahiya BDP'ê ala tirk hate daliqandin. Hate îdîakirin ku, di dema serdegirtinê de polîsan çalakvan li erdê razandin û piyê xwe danîn ser suretê wan, îşkence li wan kir û dujîn li wan dan.

'QURAN AVÊTIN ERDÊ'

Piştî serdegirtinê ji çalakvanan Ramazan Altinoluk, Ferman Degenek, Emre Onver, Cîgerhun Işik û Kader Kilinç hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku, di ser malên ciwanên hatin binçavkirin de jî hate girtin û komputer û cil hatin destserkirin. Piştî serdegirtin hate bihîstin Şaredarê Geverê Ercan Bora, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Geverê Rûstem Demîr û gelek welatî hatin avahiya BDP'ê û lêkolîn kirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Geverê Rustem Demîr bertek nîşanî serdegirtinê da û wiha got:

"Ev serdagirtin bêhiqûqî ye. Bêyî agahiyê bidin me derî hatin şikandin, paçe şikandin û li gel vê yekê li depoya esnafan û buroya keyayan jî lêgerîn kirin. Qurana li buroya DÎVES'ê avêtibûn erdê. Em li hemberî vê bêhiqûqiyê bêdeng naminîn."

Hate hînbûn ku ligel avahiya BDP'ê li tevahiya navçeyê di ser gelek malan de jî hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin.

Hate zanîn ku dê têkildarî serdegirtina BDP'ê û kargehan de serlêdana sûc bê kirin.