Piştî polîsa di ser avahiya BDP'ê ya Geverê de girtin û ji 10 ciwanên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin 5 çalakvan binçavkirin di serdegirtina malan de jî jî 4 kesên din hatin binçavkirin.
Polîs û tîmên taybet di ser avahiya BDP'ê ya Geverê de girtin û ji 10 çalakvanên greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger ya ku bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan destpê kir 5 kes binçavkirin. Piştî serdagirtina BDP'ê polîsan di ser gelek malan de jî girt û 4 kesên din binçavkirin. Di serdegirtinên malên li taxên Yeşîldere û Cumhuriyetê de Mizgîn Korkmaz, Zafer Kutluk, Fatîh Kutluk û Nejla Çoruh hatin binçavkirin. 9 kesên hatin binçavkirin piştî li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê ji kontrola tenduristî re derbaz bûn birin Midûriyeta Polîsan ya Geverê.
Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Adîl Kurt, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Geverê Rustem Demîr, Şaredarê Geverê Ercan Bora, rayedarên DÎVES'ê ji bo ku bi Qeymeqamê Geverê Yasîn Tikdag re hevdîtinê bikin çûn. BDP'ê, DÎVES'ê û keyayên taxên Yeşîlder û Dîzeyê jî têkildarî serdegirtina polîsan de jî serlêdana sûc kirin.
HEQARET LI NÛNERÊ AZADIYA WELAT KIRIN
Hate ragihandin ku, polîsan ji xebatkara Azadiya Welat ya ku di serdegirtina şevê din de hate binçavkirin Kader Kilinç derheqê Nûnerê Azadiya Welat tê Geverê Osman Onal re gotin, "Ev mirov gelek taloke ye. Nêzî wî ne bin" Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Adîl Kurd piştî serdegirtinê hate avahiya BDP'ê û wiha got: "Ev serdagirtin bi armanca Kurdan bi tirsînine. Ciwan û saziyên sivîl piştgiriyê didin çalakiyê û pergal ji vê yekê ditirse. Ji ber vê yekê AKP'ê û polîsên wê dixwazin sazî û gel bitirsînin."
Hate zanîn ku, xwendekarên Amadeyiya Geverê ji bo zextên polîsan şermezar bikin dê çalakiya rûniştinê li dar bixin.