Li Geverê çeteyên Qesrê malan dişewitîne
Hêzên dewletê li Geverê 23 roj in bi tank û topan êrîşî taxan dike. Heta niha bi tank û kepçeyan bi sedan xanî xera kirin. Niha jî li taxa Kişlaya Berê 4 xanî şewitandin.
Hêzên dewletê li Geverê 23 roj in bi tank û topan êrîşî taxan dike. Heta niha bi tank û kepçeyan bi sedan xanî xera kirin. Niha jî li taxa Kişlaya Berê 4 xanî şewitandin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê hêzên dewletê 23 roj in dixwaze têkevin taxan, lê rastî xweparastinê tê û nikarin têkevin taxê. Hêzên dewletê ku nikarin têkevin taxan bi tank û topan bombebaran dike. Li taxa Kişlaya Kevn jî j ber ku nikare têkeve taxê xaniyan xera dike û 4 mal jî şewitandin. Ekîbên agirkujê yên xwestin biçin cihê bûyerê ji aliyê tîmên taybet ve hatin astengkirin. Li ser taxa ku şewata xaniyan didome, ewrê reş girt.
LI 2 TAXAN ŞER HEYE
Li taxa Gungor û Cumhuriyetê tîmên taybet ku dixwazin têkevin kolanan rastî berxwedanê tên û şer didome. Hêzên dewletê ku nikarin têkevin kolanan bi tank, top û havanan gulebaran dikin. Hêzên dewletê ku xwestin têkevin nava taxê rastî bersîva YPS û YPS-JIN'ê hatin û şer derket. Şer li taxan didome.
Li aliyê din Koordînasyona Giştî ya YPS'ê têkildarî şerî daxuyanî da û diyar kir ku li herêmên Mîçîç, Sînava, Efeler û Şemzinanê tank hatine bicihkirin û wiha hat gotin: "Çeteyên Qesrê hewl didin têkevin taxan, lê ji ber nikarin têkevin taxan xaniyan xera dikin û rê vedikin. Li hemberi vê hewldana wan yekîneyên parastinê bersîv dide wan û destûr nade têkevin nava taxan. Di roja 3'ê Nîsanê saet di 15.00'an de Komek JOH, bûn hedefa yekîneyên me. Li vir endamekî JOH û 4 POH hatin kuştin. Li aliyê din gelek birîndar bi ambulansan birine nexweşxaneyê. Dîsa di 4'ê Nîsanê saet di 11.00 û 12.00'an de li Kolana Baro û taxa Cumhuriyetê çeteyên qesrê xwestin têkevin taxe. Di bersivdayinê de tankek hat rûxandin û dijmin ji neçarî paş ve kişiya." YPS da zanîn ku endamekî wan jî birîndar bûye.