Li Geverê bomberdûman û şer destpê kir
Li Geverê, ku balafirên şer ên Tirk ji nizm ve li ser difirin, li taxa Cûmhûriyetê şerekî dijwar destpê kir. Li taxa Gungorê jî gelek avahî dibin hedefa tankan.

Li navçeya Colemêg Geverê, berxwedana xwerêveberiyê, di roja 25. de ye. Hêzên şer ên hikûmeta AKP'ê hewl dan bi gelek maşînên zirxî û tankan ve bikevin nava taxa Cumhûriyetê. Şervanên YPS/YPS-JIN'ê bi berxwedanê bersiva vê hewldanê dan û şer derket. Li taxê şer car caran dijwar dibe û dengê 2 teqînên mezin ji taxê hate bihîstin. Der barê encamên teqînê de agahî nehat bidestxistin. Li ser Kolana Îpekyoluyê tevgera ambulansan didome.
Li taxa Gungorê jî hêzên şer ên AKP'ê bi dehan maşînên zirxî ve êrîş dan destpêkirin û tankên di ketina taxê de hatine bicihkirin gelek avahiyan dan ber topan. Li hemberî êrîşan berxwedana hêzên YPS/YPS-JIN'ê jî didome.
Li derdora navenda navçeyê tevgera helîkopterên Kobra û Skorsky zêde bû. Her wiha balafirên şer ên artêşa Tirk li ser navçeyê bi nizmî firiyan. Balafirên şer piştre berê xwe dan herêmên li ser xeta sînor ên weke Oremar, Zap, Avaşîn, Bêzelê, Garê û Xakurkê.