Li Geverê bîranînên Suleyman jî tine kirin

Mala malbata şehîdê Pirsûsê Suleyman Aksû ya li Geverê, ji aliyê polîs û leşkeran ve hat şewitandin. Ferdên malbatê yên bi zorê ji malê hatin derxistin, bi hêviya vegerê li Colemêrgê ne.

Mala malbata şehîdê Pirsûsê Suleyman Aksû ya li Geverê, ji aliyê polîs û leşkeran ve hat şewitandin. Ferdên malbatê yên bi zorê ji malê hatin derxistin, bi hêviya vegerê li Colemêrgê ne.

Şerê li hemberî gel ê li bajarên xwerêveberiyê, bi hezaran mirov ji cih û warên wan kir. Mirovên bi zorê ji malê hatin derxistin, bi tenê bi kincên li xwe kirî ketin ser rêya koçberiyê. Malên wan jî hatin serûbinkirin û hewl hat dayîn bîranînên her malbatekê ji holê were rakirin.

Yek ji van malbatan jî malbata şehîdê Pirsûsê Suleyman Aksû ye.

Malbata Aksû ji ber dorpêçiya bi rojan bûye du parçe.

Beriya êrîşa lşekr û polîsan li taxa Kişla ya Geverê dijiya. Lê belê di 13'ê Adarê dema ragihandina qedexeya derketina derve de dayik Kûdret û bav Ramazan Aksû tevî zarokên wan Ebrû, Besna, Leyla, Guneş, Hatîce û Îhsan bi zorê ji malê hatin derxistin. Malbat hat cem Remziye ya beriya niha zewicî û li Colemêrgê bi cih bû. Piştre li mala xizmekî xwe bi cih bû.

Em li taxa Baglar a Colemêrgê ne. Li pêşberî me Çiyayê Sumbul heye. Berfa li ser çiyê hînê neheliya ye. Danê nîvro ye, tîna rojê me germ dike.

Ferdên malbata Aksû êşa piştî mirina Suleyman vedibêjin.

DAYIK JI DÛR VE LI GORA KURÊ XWE DINÊRE

Dayik Kadriye Aksû, piştî ku çend rojan li Colemêrgê ma got, 'Gora kurê min li wir e, ez nikarim li vir bimînim' û vegeriya Geverê. Lê ji ber qedexeya derketina derve dayik Aksû nikare biçe ser gora kurê xwe. Tevî vê yekê jî li maleke li pêşberî şehîdgehê dimîne û ji dûr ve li gora kurê xwe dinêre.

Mala wan a li taxa Kişlayê hatiye şewitandin. Li wê malê bîranînên malbata Aksû ehbûn. Ya herî girîng jî ew mal mala ku Suleyman jî lê jiya bû.

Ji xwişkên wî Leyla dibêje, "Li her cihê wê malê bîranîneke me heye. Eyşa ne xema me ye. Li wê mala hat şewitandin, bîranînên me hebûn."

Malbat bi zorê ji malê hat derxistin, lewma nikarîbûn tiştekî jî bi xwe re bîne. Xwişka mezin Hatîce dibêje, "Em bi van kincên me li xwe kirî, ji malê derketin." Di nava wê tevlîheviyê de çend kinc û wêneyên Suleyman ji malê derxistine.

Ferdên malbatê destnîşan dikin, ku wan nedixwestin ji malê derkevin û dibêjin, "Roja derketina derve hat qedexekirin, sê topên hawanê avêtin taxê. Taxa me yekser li pêşberî leşkergehê ye. Lewma ji ber vê topbaranê xisareke mezin li gelek malan çêbû."

Suleyman berî li Pirsûsê bê qetilkirin, qatekî din li ser xaniyê xwe lê kiribû. Lê belê wext jê re nemabû ku nava vî xanî amade bike, bixemilîne. Piştre ew Pirsûsa mezin, ku hem jiyana wan ji hev qut kir, hem jî gihand hev, ket navberê.

'EM DIXWAZIN VEGERIN XAKA XWE'

Gever niha mîna xewnekê ye; hem dûr e hem nêz e.

Malbata Aksû bi biryar e vegere.

Peyama hemûyan di vê mijarê yek e: "Em dixwazin li xaka xwe vegerin. Em tiştekî ji dewletê naxwazin. Em aştiyê dixwazin, dixwazin di nava aramiyê de bijîn."

Ji bo pirsa "Dema hûn vegeriyan hûnê çi bikin?" bersiveke kurt û zelal didin: "Em ê xaniyê xwe ji nû ve çêbikin. Ji ber ku li wê malê bîranînên Suleyman, paşeroja me heye."

...