Li Geverê bi ser Taxa Yenî de girtin

Çeteyên Qesrê bi anonsên “wê operasyon bê lidarxistin” ve bi tankan ketin Taxa Yenî ya navçeya Gever a Colemêrgê û avêtin ser malan. Tê gotin ku li taxê nêzî 7 hezar kes dijîn.

Li Geverê di anonsên ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatin kirin de, hat gotin ku "Wê operasyon bê kirin" tank ketin Taxa Yenî ya Gevere û di malan de lêgerîn tê kirin.

Li navçeya Gevera Colemêrgê ji wesayîtên zirxî anonsên wekî "Wê operasyon bê kirin", Taxa Yenî hat dorpêçkirin. Rêya ku diçe Oremarê û li ser rêya Sabanciyê tankên M60 hatine bicihkirin û Taxa Yenî hate dorpêçkirin. Bi dehan wesayîtên zirxî û gelek tank ketin kolanên taxê.

Taxên ku qasî 7 hezar welatî lê dijîn, ji aliyê tîmên taybet ve hate dorpêçkirin û di malan de lêgerîn tê kirin. Çeteyên Qesrê yên ku derî û şibakeyên malan dişkînin û dikevin malan, jin, zarok, kal û pîr hemûyan di lêgerînê re derbas dikin. Hat diyarkirin ku hin welatiyên nerazîbûn nîşan dane jî rastî çêr û heqaretan tên.

Her wiha Sîteya Sanayî ya li nêzî Fermandariya Tumena Navçeyê jî ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatiye dorpêçkirin û di Sîteyê de lêgerîn tê kirin. Hat diyar kirin ku çeteyên Qesrê deriyên dikanê li sîteyê bi teqemeniyê teqandine û di bin navê lêgerînê de kelûpelên di dikanan de têne şkandin.