Li Geverê 6 çeteyên Qesrê hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn
Li navçeya Gever a Colemêrgê ku 25 roj in di bin êrîşên çeteyên Qesrê de ye, îro şerên dijwar qewimîn.
Li navçeya Gever a Colemêrgê ku 25 roj in di bin êrîşên çeteyên Qesrê de ye, îro şerên dijwar qewimîn.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku li hemberî êrîşên çeteyên Qesrê berxwedana gel 25 roj in didome, di nav rojê de li taxên Cûmhûriyet û Gungorê şerên dijwar qewimîn û di 2 teqînên mezin pêk hatin. Hate diyarkirin ku gelek tîmên taybet mirine û birîndar bûne.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nexweşxanê hatin girtin, ambûlansên ku çûne taxên berxwedanê cenazeyên 6 tîmên taybet û 5 tîmên birîndar anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.