Li Geverê 3 tîmên taybet hatin kuştin
Di şerê li gundê Mexsûdava yê Geverê de 3 tîmên taybet hatin kuştin, 7 tîmên taybet jî birîndar bûn.
Di şerê li gundê Mexsûdava yê Geverê de 3 tîmên taybet hatin kuştin, 7 tîmên taybet jî birîndar bûn.
Li gundê Mexsûdava yê Geverê, ku berî hefteyekê bi zorê hat valakirin û piştre hat bombekirin, şerekî dijwar qewimî. Di encama vî şerî de 3 tîmên taybet hatin kuştin. Cenazeyên her sê tîmên taybet rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê ku veguheriye biryargeha tîmên taybet. Kuştina 3 tîmên taybet ji aliyê çavkaniyên nexweşxaneyê ve hat piştrastkirin.
7 TÎMÊN TAYBET BIRÎNDAR BÛN
Li gund, di şerê duh tevahiya rojê dewam kir de 7 tîmên taybet jî birîndar bûn û ew anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê. Ji van tîmên taybet ên birîndar bûne, yên rewşa wan giran bi helîkopterê rakirin nexweşxaneyên leşkerî yên li bajarên derdorê.