Li Gever û Nisêbînê 11 çeteyên qesrê hatin kuştin

YPS'ê diyar kir, di çalakî û şerê rojên dawî de li Nisêbîn û Geverê herî kêm 11 çeteyên qesrê hatine kuştin.

YPS'ê diyar kir, di çalakî û şerê rojên dawî de li Nisêbîn û Geverê herî kêm 11 çeteyên qesrê hatine kuştin.

Di daxuyaniya Kordînasyona Giştî ya YPS'ê de ev agahî hatin dayîn:

"Êrîşên çeteyên AKP û DAIŞ'ê yên li hemberî bajarên Kurdistanê bê navber dewam dikin. Li hemberî van êrîşên ji aliyê Qesrê ve tên birêvebirin, berxwedana bi pêşengiya keç û xortên Kurd dewam dike. Di çarçoveya berxwedana me de her roj derbên nû li çeteyan tên xistin. Weke YPS em ê ti carî nehêlin çete bajarên me talan bikin û demografiya welatê me biguherînin. Divê were zanîn, berxwedana me ya li ser bingeheke rewa tê meşandin, wê bidome.

Li Nisêbînê, di çarçoveya gelek çalakiyên yekîneyên me de çeteyên Qesrê gelek kuştî dane. Berfirehiya van çalakiyên me bi vî rengî ye:

11'ê Nîsanê saet di 11:30 de, li hemberî tankeke dixwest bikeve nava taxa Şehîd Gelhat çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de derbên giran li tankê hat xistin û tank neçar ma xwe vekişîne.

13'ê Nîsanê danê nîvro, yekîneyên me li hemberî çeteyên Qesrê yên li malekê bi cih bûbûn çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di vê çalakiyê de gelek kuştiyên çeteyan çêbûn, lê hejmara wan nehat zelalkirin.

13'ê Nîsanê saet di 10:30 de yekîneyên me bi bombeyên destan û çekên ferdî li çeteyên Qesrê yên li malekê bi cih bûbûn xistin. Li vê derê çeteyekî Qesrê hat kuştin, çekek melez ji ser hat rakirin. Saet di 14:30 de jî qetlîamkerên xwestin xwe berdin nava taxê hatin tespîtkirin û di encama çalakiya li hemberî wan de 3 çeteyên Qesrê hatin kuştin.

13'ê Nîsanê saet di 10:30 de kepçeyeke zirxî ya dixwest bikeve taxa Kanîka ji aliyê yekîneyên me ve hat îmhakirin. 2 çeteyên Qesrê yên ev kepçe bi kar danîn, hatin kuştin.

13'ê Nîsanê saet di 16:00 de li hemberî çeteyên Qesrê yên li maleke li taxa Kanîka bi cih bûbûn çalakiyek hat lidarxistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin. Çeteyan piştî nîv saetê hewl dan êrîş bikin û li wan jî hat dayîn. Li vê derê jî 2 çete hatin kuştin.

13'ê Nîsanê mewziyeke topa 57'an a êrîşî taxa Koçer dikir, hedef hat girtin. Di encamê de hat rûxandin. Di sibeha heman rojê de kepçeyeke hewl dida bikeve nava taxê hedef hat girtin û derb lê hat xistin. Leşkerên li gel kepçeyê dihatin hedef hatin girtin û li vir çeteyekî Qesrê hat kuştin.

Li Geverê, ev 3 roj in li taxa Cûmhûriyetê şerekî giran diqewime. Li taxa Yeşîldere jî şer heta saet 03:00 ê nîvê şevê dewam kir. Ev şer dûre li taxa Gungorê dewam kir."