BI DÎMEN

Li Germiyan û Kerkûkê bi wesîleya rojbûna Ocalan şitlê daran hati çandin

Li herêma Xurmatû û bajarê Kerkûkê yên Başûrê Kurdistanê, bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîrozbahî hatin lidarxistin û şitlê daran hatin çandin.

Li herêma Xurmatû û bajarê Kerkûkê yên Başûrê Kurdistanê, bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîrozbahî hatin lidarxistin û şitlê daran hatin çandin.

XURMATÛ

4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gundê Waranî yê li navenda Xurmatû ya herêma Germiyanê hat pîrozkirin. Beriya pîrozbahiyê Germiyaniyan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dar hatin çandin. Pîrozbahî ji aliYê Rêxisitna Jinên Azad ên Kurdstanê (RJAK) ve hat lidarxistin û bi sedan kes ji Germiyan û bajarên derdorê tevlî bûn. Pasta rojbûnê jî ji aliyê dayikên şehîdan ve hat birîn.

Hevseroka Tevgera Azadî ya Germiyanê Mamoste Yûsra li vir axivî û 4'ê Nîsanê li gelê Kurd û jinên Germiyanî pîroz kir. Mamoste Yûsra destnîşan kir, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêngava xwe re vîna Kurdan nîşanÎ gelê Kurd daye û işaret bi têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd a li dijî çeteyên DAIŞ'ê.

Piştre endamên RJAK'ê û Tevgera Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê mafê axaftinê wergirtin û rojbûna Ocalan pîroz kirin. Pîrozbahiyê bi govenda li ber stranên hunermendên herêmî bi dawî bû.

KERKÛK 

Pîrozahiya li gundê Sekaniya yê Kerkûkê jî ji aliyê RJAK'ê ve hat organîzekirin û tevî rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî gelek Kerkûkî tevlî bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê nûnerên Tevgera Azadî, RJAK, Hizbî Şûî û tevgear ciwanên welatparêz ên Kurdistanê mesajên xwe dan.

Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir li vir peyivî û diyar kir rojbûna Ocalan ji bo gelê Kurd destpêkeke dîrokî ye.

Piştî axaftinan pasta rojbûnê ji aliyê dayiKên şehîdan ve hat birîn. Dûre navê parka beriya niha hatibû çêkirin weke Abdullah Ocalan hat guhertin û şitil lê hat çandin.

Piştî çandina şitlên daran koma muzîkê ya Ş. Amed Qamişlo û Ş. Halîl derketin ser dikê. Girseya gel dûre li ber stranên hunermendên herêmî govend gerand. Pîrozbahî bi qîrîna dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

...